Newroza Siltanî
Darê gopalê xwe hilanê
Bihar û zivistan ji hev deranî.
Bihar hat, bi Newrozê miletê Kurd kete saleke nû. Li her cihên ku Kurd lê ne Newroz bi coş hate pîrozkirin. Bêguman coş û ahenga herî xweş û rengîn li Akreyê bû. Dîmenên li bajarên Kurdistanî xweziyên me Kurdên li xeribiyê anî.
Lê îsal ji ber ku qedexeyên pandemiyê rabûn, civaka Kurdên li Britanyayê jî bi çalakiyên cur bi cur Newroz pîroz kir. Bes li Londonê ji 21ê Adarê pê ve heya dawiya mehê her roj çalakiyên Newrozê hebûn. Gelê Kurd li parkan û li komelayên xwe, xwendekaran li zanîngehên xwe Newroz pîroz kirin.
Bi boneya Newrozê Center for Kurdish Progress jî li Parlamentoya Îngilîstanê resepsiyona Newrozê li dar xist. Kurdên li Brîtanyayê û siyasetmedarên Kurd bi cil û bergên Kurdî beşdarî resepsîyonê bûn. Ji hemû partiyên li Britanyayê jî nûner hatin resepsiyonê û dostaniya xwe ji bo Kurdan nîşan dan. Hûrguliyên şevê di nûçeya resepsiyona Newrozê de ye.
Di vê hejmarê de em behsa jineke Kurd a serkeftî dikin. Di berga kovarê de jî ew û restoranta wê heye. Pary Baban xelka Qaladze ya Başûrê Kurdistanê ye. Ji komkujiya rejîma Baasê û bombebarana Seddam reviyaye û hatiye li Londonê bicî bûye. Di dema rêwitiya koçberiyê de li her gund û bajarên Kurdî ku lê maye terîfên xwarinên Kurdî berhev kirine. Niha ew xwarinên Kurdî di restoranta xwe ya bi navê Nandine de çêdike. Mîsyona wê nasandina xwarinên Kurdî û dewlemendiya mitbaxa Kurdan e.
Dîsa di kovara Nîsanê de em projeya hişê çêkirî ya Kurdî didin nasîn. Di hevpeyvîna me ya bi Keyo Yehya Çalî yê hevdamezrînerê Ovanyayê re de hûnê hemû hûrguliyên hişê çêkirî yê Kurdî bibînin.
Hunera dijîtal û NFT mijarên din yên vê hejmarê ne. Hûnermendê serkeftî Hogir Ar ji bo xwendevanên me bi gotarekê behsa hunera dijîtal kir.
Hunermendê NFTê Aram Taştekîn bersiva pirsên derbarê NFTan de bersivand: Ji bo Boomeran NFT çi ye ?
Nivîskar Necat Zivingî di nivîsa “Jin û Tolhildan” de rexne û krîtîka pirtûka Ferhat Pîrbal ya Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr dike.
Derûnnas Siyabend Aslan ji bo The Hall Kurdiyê nivîsand: Şer û Zarok. Di dema şerî de zarok çawa jê tesîrdar dibin û ji bo parastina derûniya wan lazim e çi bê kirin. Mamoste Siyabend di nivîsa xwe de behs dike.
Projeya dar çandinê li Rojava û herêma Kurdistanê, Trees Against Poverty, bi goterekê nû berdewam tê vegotin. Daleel Hagy mînaka vegerîna guran ya li parka Yellowstonê dide û dibêje guhertineke bi wê şiklê bi çandina daran li bakurê Sûriyê jî pêkan e.
Kovara Nîsanê bi wergereke helbestvan Zana Zengenî bi dawî dibe: Bêhêvîtî qedexe ye!
Bi hêviya bihareke bi ber û bereket..
Bi Kurdî bifikirin, bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî binivîsin…