Destpêk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Wêneya gotarê

Girê Mirazan yan jî Xirabreşk / Xerabreşkê, cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be. Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye û nêzîkî 760 mêtre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû[9] û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye. Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi îngilîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. (bêhtir...)

Soranî
Kurdiya navendî · soranî

Be xêr bên bo Wîkîpîdiya!

Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.

(ویکیپیدیای کوردیی ناوەندی (سۆرانیKurdiya navendî (soranî be latînî)

Kurdí Xwarig

Kurdiya başûrî (kirmaşanî, kelhurî, feylî, şêxbizinî)

We xêr hatine Wîkîpêdiya!

Wîkîpêdiya zanistnameyg azas ke le nawya her kes tiwanêd we zanayî xwey tiya beşdarî biked. Îwenîş fermûne îre beşdarî biken.

incubator:Wp/sdh/دەسپێکWetar we zaraway kurdî xwarig

Dimilkî

Zazakî · kirmanckî · dimilkî · kirdkî

Şima xêr ameyî!

Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno.

Wîkîpediya Zazakîyê cîya zî estaŞo pela kirmanckî

Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.

Hesabê nû çêke

Hesabekî te heye? Têkeve.

Bûyer

Şêx Mehmudê Berzencî

  • 1900 – Ajansa Nûçeyan ya bi navê Associated Press li New Yorkê hate sazkirin.
  • 1919/20 – Bi serokatiya Şêx Mehmudê Berzencî Tevgera Kurdistana Serxbixwe dest pê kir.
  • 1939 – Hukumeta Îngîlîz, biryar da ku wê Filistîn di sala 1949an de serbixwe bibe.
  • 1949Komara Federal a Almanya hate damezirandin. Bajarê Bonê bû paytexta Komarê.
  • 1949 – Artêşên komînîst ên Çînê neteweperestên Çînî ji Çîna reşayî derkirin.
  • 1983 – Hêzên Çekdarên Tirk, bi destura Îraqê yekem operasyona xwe ya Başûrê Kurdistanê li darxist.
  • 2001Artêşa Tirk, li herêma Yedîsu ya ser bi Çewlîgê li hemberî komeke gerîllayên hêzên parastina gel gaza kîmyayî bikaranî. Di encama êrîşa kîmyayî de 20 gerîlla ku di nava wan de berpirsyarê herêma Erziromê Ozden Bîngol û endamên hêzên parastina gel Gulcîhan Aktar, Sevda Aktar û Devrîm Han jî hene, jiyana xwe ji dest dan.

Jidayîkbûn

Mirin

Îro, 23ê gulana 2022an e (UTC) – nûkirin
Çemê Xanê
Dîmenek ji Çemê Xanê (li Stewrê, 2015)
Wênesaz: Dûrzan Cîrano

Li ser nexşeyê binêre