Çiyayên Pamîrê yan jî Zincîrçiyayê Pamîrê, zîncîreçiyayeke di navbera Asyaya Navîn, Asya Başûr û Asyaya Rojhilat de ye û di navberên çiyayên din ên girîng wekî Tian Şan, Qerekoram, Kunlun, Hindokuj û Rêzeçiyayên Himalaya yê de ye. Li beşa rojhilat a girseyê bi qasî pêncî cihên ji serdema kevir hatine kifşkirin. Ji 10 hezarî zêdetir petroglîf û pîktogram jî hatine tespîtkirin ku di esasê xwe de sembolên olî û heywanan û helbestên ku hinek ji Paleolîtîka Jorîn dîroka wan hene, temsîl dikin. Şopên komirê yên ji maleke mirovan a li Pamîrê bi rengekî zanistî heta 9500 sal berê diçe. Li şikefteke li başûrê Murghabê, ku ji asta deryayê bi bilindahiya 4000 metreyî ye, nûnertiyên parietal ên neolîtîkê hene ku weke bilindtirîn ên cîhanê tên qebûlkirin. Lê belê, berevajî li çiyayên Tianê, ji wê serdemê ve ti amûr nehatiye dîtin.
(bêhtir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1925 – Dadgehên serxwebûnê ku gelek serok û siyasetmedarên kurd ên weke Şêx Seîd, Dr.Fuat Kemal û her wekî din bi mirinê darizand û bi darvekirin, hatin sazkirin.
1966 – Li Gimgimêerdhejeke bi mezinahiya 5,6 qewimî. Di encamê de 14 kes mirin û 75 kes jî brîndar bûn.