Indira Gandhi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Indira Gandhi (1966)

Indira Priyadarshini Gandhi (b. 19ê Çiriya Paşîn 1917 – m. 31ê Çiriya Pêşîn 1984), siyasetvan û yekemîn jina serokwezîr li Hindistanê bû ko du caran ew post bi dest anî, cara pêşîn ji Kanûna Paşîn ya sala 1966ê heta Adara 1977ê û cara duyê ji Kanûna Paşîn ya 1980ê heta dawiya jiyana xwe li Çiriya Pêşîn ya 1984ê. Heta niha jî çi jineka dî nebûye serokwezîra wî welatî û bil ji ya babê wê, heyama serokwezîriya çi kesekî jî ji ya wê dirêjtir nebûye. Ew keça Jawaharlal Nehru (Cewahir Lal Nehro) serokwezîrê herî pêşîn yê Hindistanê bû. Kurê wê, Rajiv Gandhi, jî paştir bû serokwezîzê Hindistanê.

Indîra di salên 1947ê heta 1964ê da, wekî alîkara babê xwe, ko wê demê serokwezîr bû, xebitî. Ew li sala 1959ê bû seroka Kongireya Neteweyî ya Hindistanê. Piştî mirina babê wê, ew wekî endameka Rajya Sabhayê anko Civata Jorîn hat hilbijartin û di kabîneya serokwezîr Lal Bahadur Shastri da bû wezîra zanyaran û weşanê. Pishti mirina Shastri li sala 1966ê, di hilbijartina seroktiya Partiya Kongiresê da, zora hevrrikê xwe Morarji Desai bir û bû seroka partîyê û bi wî rengî bû serokwezîra Hindistanê.

Wekî serokwezîr, ew bi sehişkiya di danûstandinan da û bi navendîkirina zêde ya desthilatê dihat niyasîn. Wê seba piştevaniya bizava serxwebûna Pakistana Rojhilatê şerr li dijî Pakistanê dest pê kir. Ew di şerrî da bi ser kevt û li encama wî şerrî welatê Bengiladişê hat avakirin. Hêza Hindistanê jî li herêmê zêde bû û bû hêza serdest anko hegemon ya Başûrê Asyayê. Bi mihaneya cidaxwaziyê û li dijî bangewazeka ji bo serhildanê, Indîrayê rewşa awarte ragehand, ko ji 1975ê heta 1977ê dewam kir. Di wan du salan da azadîyên medenî bertesk kirin û ragehandin jî hat sansorkirin. Zordarîyên berfireh hatin kirin. Li sala 1980ê, piştî hilbijartinên azad û bêlayenane, ew dîsa wekî serokwezîr hat hilbijartin. Ew bi destê pasevanekê xwe û neteweperwerên sîk hat kuştin.


Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)