Çeçenistan
Çeçenistan (rûsî: Чеченская Республика) komareke federal a li Rûsyayê ye.
Çeçenistan, welatê çeçenan e, û zimanê fermiya komela Çeçenistan hem rûsî û hem çeçenî ne. Bi zimanê çeçenî em dibêjin "Нохчийн Республика", yanî "Noxçhîyn Respûblîka". Piştî damezrandina YKSS di sala 1921´î de wekî herêmeke serbixwe bi Komarên Sowyetên Sosyalîst Otonomîya Gorskaya ve hate girêdan. Di salên 30´î de bu parçeyek ji Otonomiyên Sowyetên Sosyalîst a Çeçen-Îngûş. Dema YKSS belav bû di sala 1991´î de Çeçenistanê serbixwebûna xwe îlan kir û bi hilbijartinan General Çohar Dûdayew wekî serokkomar hilbijart. Ji ber ku hikumeta Çeçenistanê doza veqetandinê ji Rûsya kir û rejîma Îslamê pejirand, Rûsyayê êrîş bire ser Çeçenistanê. Herçendî hikumeta Îslamîst hate daxistin jî heya niha nakokî û pirsgirêka Çeçenistanê safî nebûye. Rûsyayê hikumetek gorî polîtîkayên xwe avakiriye û nerazîbûnên Çeçenan û şerê navxweyî berdewam e. Heya niha nêzîkî 300.000 mirovan di şer û êrîşên Rûsyayê de jiyana xwe jidestdane.
Peyvnasî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Peyva "Noxçhî" gelek kevn e û mana wê "Nox = pexemberê Nûh" û "çhî = zade", yanî "Noxçhî" = Nûhzade / zarokên Nûhe [1][2][3]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ http://lib.ugent.be/fulltxt/RUG01/001/787/093/RUG01-001787093_2012_0001_AC.pdf (li ser rûpela 13emin "noxchi= noah's descandants)
- ↑ http://biblicalstudies.org.uk/pdf/rss/30-2_089.pdf
- ↑ http://www.d-k-g.de/downloads/Tschetschenien_Broschuere_en.pdf (li rûpela 6emin, ji pirtûka "Chechenya, War and History 400 Years of Colonial Conquest – 400 Years of Resistance This exhibition was produced by the German-Caucasian Society".