IMDb
Jump to navigation
Jump to search
The Internet Movie Database | |
---|---|
Ziman | Îngilîzî, frensî, fînî, almanî, macarî, îtalî, lehî, portûgalî, rumenî, spanyolî |
biguherîne |
The Internet Movie Database ( kurtkirin: IMDb ) danegeheka serhêlanî anko online ji zanyaran e li ser filman, bernameyên radyo û televizyonî, wînok anko vîdeoyên malan û lîstikan, herwesa jiyannameya lîstikvanên filman, karbidestên berhemînanê, kurtiya çîrokên wan, tiştên balkêş li ser wan, têbînî û piledayînên hezkeran têda hene. Li destpêkê ew malper ji alîyê hezkeran ve bi rêve diçû, lê niha ew malê kompaniya imdb.com-ê ye ko yek ji kompaniyên Amazonê ye. Heta niha, 5,300,000 serenav (bi xelekên cidacida yên rêzefilman ve) û 9,300,000 kesatî di nav vê danegehê da hene. Herweha, 83 milyon karberên wê hene.